26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî îro serdana Tirkiyê dike û digel Erdogan dicive

Çavkanî: KDP.info

hewler-KDP.info  / Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digihe Tikriyê û li bajarê Konya digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dicive.

Li gor daxuyaniya Serokwezîrtiya Tirkiyê, îro dê her yek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîqatî serdana Tirkiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan dê bi hevaltiya Barzanî, Nucêfî û Mîqatî li bajarê Konya tevlî merasîma “Mewlana Romî” ku dê di çarçoveya wê de çend porje bêne vekirin.

Her li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîr Barzanî dê bi saet 6.30 êvarê bi dema Hewlêrê li otela Dedeman li bajarê Konya bicivin

Nûçeyên têkildar