26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyvdarê PDKê: Partî her dem kurdayetî li Kerkûk û navçeyên din xwestiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Peyvdarê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ew tometên rojnameyekê ên ku dijî PDKê hatine belav kirin, red kir û ragehand ku, ew gotinên li ser mesela herifandina lîsta Kurdî li Kerkûkê hatine belav kirin, dûrin ji rastiyê û tenê bo tevliheviyê ne. PDKê berdewam kurdayetî ne hizbayetî li Kerkûk û navçên kurdistanî yên li dervey Herêma Kurdiatnê wek amanc xwestiye.

 Piştî wan tometên ku di rojnameya Hewal de bi manşêta " Partî bi deh hezaran dengên Kurdan li Kerkûkê xistiye metirsiyê de" belav bûne, peyvdarê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Cefer Êmînkî taybet ji KDP.info re Ragehand: " Ew tometên li dijî PDKê bi mebestên taybet tên belav kirin amanc ji wan tevliheviya rastiyane, ji ber ku PDKê her dem kurdayetî li Kerkûk û navçeyên din xwestiye, û ji ber vê yekê jî xwe ji wan rikabriyên hizbî yên ku ziyanan dighîne kurd û pêgeha kurdan dûr kiriye."

 Cafer Êmînkî tekez dike ku arîşeya PDKê ligel danîna Necmedîm Kerîm wek serokê lîstê hebû û got: " Tiştê ku li Kerkûkê heye girêdayê helwêsta YNKê derbarê pêkanîna lîsteke cuda li Musilê û pêdagiriya wan li ser hinek kesan, ku me dixwest ne bi vî awayî be, di ser van tiştan de jî PDKê bi şêwekî berpirsiyne li gel vê aloziyê kiriye."

 

Derbarê pirsiyara ku PDKê bûye sedema jidest dana gellek dengên Kurdan li Kerkûk, Êmînkî wiha got: " Berî niha jî diyarbû bê kî sedema lîsta cûda bûn li Kerkûkê û winda kirina dengên kurdan dikeve stuyê wan, û tiştê ku îro jî çêdibe ne xwesteka PDKê ye û me kar jî ji bo vê mebestê encamnedaye, PDKê berdewam yekrêzî û yekdengî û hevbeşî di kar de di binemayê her pêvajoyekê baştir de dizanî, ne dûre hinek kes û alî wan aloziyan bikin amanc bo veşartina hinek giriftên din."

Nûçeyên têkildar