Nêçîrvan Barzanî û şandeke Emerîkî rewşa penaberên Rojava gengeşe kirin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, doh roja yekşemiyê 15.12.2013ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li An Rîçard alîkara wezîrê derve yê Emerîkayê bo karûbarên koçber û penaberan û şandeya bi wê re kir.
Di civînekê de, şandeya wezareta derve ya Emarîkayê got ku, wan serdana çend kampên penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kiriye û jê nêzîk haydarî rewşa wan penaberan bûne. Û wê di axaftina xwe de rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê alîkarîkirina penaberên surî yên li herêma Kurdistanê gelek bilind nirxand û pesna saziyên hikûmeta Kurdistanê kir ku, tevî kêmîmkaniyan jî, gelek alîkarî pêşkeşî penberan kirine. An Rîçard rola wan rêxistinên navdewletî jî yên li kampan alîkariya pêşkeşî penaberan dikin bilind nirxand.
Rewşa aloza Sûriyeyê û zêdebûna hijmara penaberên surî li dewletên cîran û bi tyabetî zêdebûna hijmara penaberan li herêma Kurdistanê di civînê de hat gotûbêj kirin û tekîd liser wê yekê hat kirin ku, ew alîkariya ji welatên dostên surî bo penberên Sûriyeyê tê xirvekirin beşek ji wê alîkariyê dîrekt bo herêma Kurdistanê bê hinartin daku, barê hikûmeta Kurdistanê siviktir bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rola hindek rêxistinên nehikûmî (NG), rêxistinên biyanî û rêxistin û komeleyên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di hevkarîkirina penaberan de bilind nirxand û got ku, tevî wê alîkariya wan komele û rêxistinan jî, lê barê giran li ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê ye û ya di îmkanên hikûmetê de jî be alîkarî berdewam pêşkeşî penaberan kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, pirsa alîkarîkirina penaberan ne bi tenê pirsa hikûmeta Kurdistanê ye, lê ew piroblema hikûmeta federalî a Îraqê jî ye. Lê belê hikûmeta Îraqê, ji bilî çend alîkariyên tixûbdar, heta nuha bi awayekî baş li vê pirsê xwedî derneketiye û giringî bi vê meseleyê nedaye.
Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê di axaftina xwe de careke din daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kir ku, xwedî li pirsgirêka penaberan derbikeve û zêdetir alîkariya penaberan bike û herwesa daxwazê ji welatên Bexişinde bike daku alîkariya penaberan bike ku, 95% jê li herêma Kurdistanê ne.




