26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cîgirê wezîrê derve yê Japoniyayê alîkarî ji penaberên Rojava re aniye Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi armanca zêdetir xurtkirina têkeliyan digel herêma Kurdistanê û pêşkeşkirina alîkariyan bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, doh roja yekşemiyê (15.12.2013) Nobo Kîşî cîgirê wezîrê derve yê Japoniyayê bi serokatiya şendeyekê gihoşte bajarê Hewlêrê.

 Şanda mêvan li firokexaneya Hewlêrê a navdewletî ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Suham Cebelî alîkara berpirsên têkeliyên derve û Selîm Îbrahîm şîretmendê fermangeha têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.

 Cîgirê wezîrê derve yê Japoniyayê di çend hevdîtin û dîdaran bi berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê re pêkbîne û dê di merasimekê de ew alîakriya ji bo penaberên sûrî bi xwe re aniye tesîmî rêxistina IOM a navdewletî bike daku ew jî bi rêya xwe bi ser penaberan de dabeş bikin.

Weke tê zanîn ev yekm care di posteke wisa bilin de berpirsek ji hikûmeta Japoniyayê serdana herêma Kurdistanê dike.

Nûçeyên têkildar