26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Alîkara wezîrê derve yê Emerîka serdana penaberên Rojava kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûn ji rewşa penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê, doh şemiya 14/12/2013 alîkara wezîrê derve yê Emerîka bo karûbarên penaberan (Ana Rîçard) bi hevaltiya parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî serdana kampa Kewregoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê a li Hewlêrê kirin.

Piştî serdanê di kongireyekî rojnamevanî de parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî got: " Ji ber zêdebûna hejmara penaberên Sûriyê me ew bi lez li 4 kampan (Kewregosk, Dareşekran, Qoştepe û Basirme) hatine bi cî kirin. niha jî pêwîstiya wan bi çêkirina kampan û bi konan heye bo vê jî me hewl daye ku em bi awayekî li gor standartên  navdewletî çê bikin."

Ji aliyê xwe ve xatûn, An Rîçard got: " Me xwest serdana Herêma Kurdistanê jî bikin, tişta me di serdana xwe de dît ku xelkê Kurdistanê mêvan dost û bexşendin û xizmetekî baş bo penaberan dikin."

Ana Rîçard got: " Emerîka welatê herî zêde alîkarî daye penaberên cîhanê, tenê bo Iraqê 70 milyon dolar terxan kiriye ku di rêya Neteweyên Yekbuyî wan alîkariyan dighîne penaberên Sûriyê li Iraqê ku piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne."

Hêjayî gotinê ye, ji niha ve 250 hezar penaber li bajarên Herêma Kurdistanê hene.

Nûçeyên têkildar