UN: 3 milyon zarokên Sûriyê bê xwendin mane

Ajans-KDP.info/ Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi NY ve (UNHCR) û UNICEF di raporteke de bi navê "xwendin rawestiyaye" de diyar dike ku ji ber şerê ku li Sûriyê berdewame, nêzîkî 3 milyon zarokên Sûriyê neçar bûne dest ji xwendinê berdin.
Li gor wê raportê, di navbera 500 û 600 hezar zarokên sûrî yên penaber bê xwendin mane, herwiha ji her 5 dibistanên Sûriyê dibistanek êdî bi kêrî xwendinê nayê.
Di raportê de hatiye gotin ku li hin navçeyan asta amadebûna xwendekaran di dibistanê de daketiye 6%, di demekê de berî destpêkirina şer, asta amadebûna di dibistanên seretayî de li Sûriyê 97% bû.
UNHCR û UNICEF daxwaz kir ku tedbîrên yekalîker bistînin ji bo çareserkirina daketina asta xwendinê li Sûriyê.




