26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ban Ki-moon: Divê aliyên çekên kîmyayî bikar anîne bên cezakirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon daxwaz kir ku kesên di ber bikaranîna çekên kîmyewî de li Sûriyê berpirsin bêne sizadan.

 Tîma lêkolînerên NY’ê ya ku li Sûriyê derbarê rastiya bikaranîna çekên kîmyayî de li 7 navçeyên wî welatî lêkolîn kirin, raporta xwe ya dawî derabrê vê pirsê de  radestî Sekreterê Giştî yê NYê kir û di raportê de tê piştrastkirin ku li 5 navçeyên Sûriyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn.

 Di raporê de hatiye gotin ku belge hene çekên kîmyewî li Xûte, Xan el-Esel, Cober, Seraqib û Eşrefiyet Sehnaya hatine bikaranîn.
Ki-moon herwiha got ku êrîşên kîmyewî binpêkirineke tirsnake li dijî yasayên navdewletî û ew wek tawaneke li dijî nirxên mirovane yên cîhanî hejmartin.

Nûçeyên têkildar