26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dizeyî: Nefta Kurdistanê di demek nêzîk de diçe derve

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşker ekir ku, sedema texîrbûna hinartina nefta herêma Kurdistanê bi rêya boriyên nû bo Tirkiyeyê çend hokarên teknîkî bû û ne ji ber rêgirtina Bexdayê û nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê bû.

 Dizeyî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, rêkeftina mavbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hinartina neftê ji herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên cîhanê berdewame û hemû alî bi wê rêkeftinê pabend in. Pirojeyê kêşana boriya neftê bo Tirkiyeyê salek û niv dewam kir û beriya 20 rojan ew piroje timam bû.

 Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: Hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê li ser razîbûna Îraqê nerawestaye û di demek nêzîk de em dê nefta herêma Kurdistanê bo derve binêrin.

Nûçeyên têkildar