25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ji ber Kurd û Ereban Perlemanê Ewropa hoşdarî da Êranê

Çavkanî: KDP.info

Rojnameya Evro/ Serokê Perlemanê Ewropa diyar kir ku Êran bizaveka mezin dike peywendiyên xwe li gel cîhana derve baş bike û em wek Ewropa piştevaniya wê yekê dikin, lê li navxweyê Êranê de zordariya li ser kurdan û ereban roj bi rojê zêdetir dibe û hijmara kesên dihêne sêdaredan jî li gor salên borî bi rengekî berçav zêde bûye û divê Êran di zûtirîn dem de sizayê sêdaredanê bisekinîne.


Martîn Şuliz serokê perlemanê Ewropa di pirsên konfransekê de diyar kir ku Hesen rohanî serok komarê Êranê gelek soz dane xelkên Êranê û ji ber hindê jî şiya dengê piraniya welatiyan bidestive bîne û niha Êran bizaveka mezin dike peywendiyên xwe li gel cîhana derve baş bike û em wek Yekîtiya Ewropa piştevaniya wê yekê dikeyin û me gelek pê xweşe peywendiyên Êranê li gel Ewropa û Emerîka siruştî bin û got: " Lê mixabin rojane zordariya li ser xelkên dî li Êranê zêde dibe û sêdaredan li Êranê roj bi rojê ber bi zêdebûnê ve diçin û eve jî gumana hindê li ba me dirust dike ku Êran bizavê dike dengê hemû kesên nerazî li dijî sîstemê jinav bibe û dixwaze bi rêya peywendiyên li gel cîhana derve wan rûdanan perdepuş bike û ew yek bi çu rengekî nahête qebûl kirin û em daxwaz ji Êranê dikin di zûtirîn dem de sizayê sêdaredanê li ser girtiyan bisekinîne û herwesa demê hindê jî hatiye ku sizayê sêdaredanê li Êranê nemîne."


Serokê perlemanê Ewropa di berdewamiya axivtina xwe de amaje bi hindê jî kir ku heta niha bi hezaran nameyên nerazîbûnê li nav Êranê û derve yî Êranê gehiştine destê me û daxwaz ji me tê kirin sînorekî bo wan kiriyarên Êranê dayinîn û ji ber hindê jî em wek perlemanê Ewropa bi rengekî aşikira daxwaz ji Hesen Rohanî serok komarê Êranê dikin ku li gor sozên ku daye welatiyên Êranê bizavê bike û nabe çu ciyawazî di navbera pêkhatên Êranê da bihêne kirin û got: " Heke sêdaredan û zordariya li ser Kurdan û Ereban û xelkên dî li Êranê berdewam be em dê bi rengekî fermî daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa û Emerîka bikin ku rêkkeftina li gel Êranê hilweşînin û sizayên tundtir ji caran li ser Êranê bisepînin, çunku li gor agahyên gehiştine destê me binpê kirina mafê mirovan li serdemê desthelata Rohanî de bi rengekî berçav zêde bûye û eve jî cihê metirsiyê ye."

Nûçeyên têkildar