26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Fermandarekî Êranê: Em hêzên xwe dişînin Sûriyê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Fermandarekî artêşa Pasdarên Êranê ragehand ku ew hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî rêk û pêk û bi plan dişînin Sûriyê. 

 Fermandarê Artêşa Pasdarên Îranê Mihemed Elî Caferî di civînekê de li zanîngeha Îmam Sadiq a Tehranê got: "Ew hêzên leşkerî ji bo şêwirmendiyê diçin Sûriyê û em şanaziyê bi wan dikin. Em hemû karekî ji bo parastina Sûriyê dikin, Ji ber ku Sûriye ji bo me ji her tiştî girîngtire."

 Mihemed Elî Caferî wiha axifî: "Şandina leşkeran bo Sûriyê li ser daxwaza wî welatiye û em bi awayekî aşkera hêzên xwe dîşînin Sûriyê."

 Li gor radyoya Ferda, Wezîrê Derve Êranê Mihemed Cewad Zerîf berî niha li Afrîqaya Başûr gotibû ku Êran hêzên leşkerî naşîne Sûriyê û tenê bi awayê siyasî li wî welatî dixebite.

 Heta niha çendîn vîdeo ku hebûna hêzên leşkerî yên Êranî li Sûriyê nîşan dide hatine belav kririn û hinek ji wan jî hatine kuştin. Basnews

Nûçeyên têkildar