Li Roma Felah Mistefa beşdarî şahiya roja neteweyî ya Japoniyayê kir

Îtaliya-KDP.info/ Di çarçoveya serdana xwe de bo Îtaliyayê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li Roma, digel Seywan Barzanî sefîrê Îraqê yê Îtaliyayê beşdarî di şahiya roja neteweyî ya Japoniyayê kir.
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê pîrozbahî li sefîrê Japoniyayê yê li Îtaliyayê kir dawaza pêşkeftin û xweşjiyaniyê bo gelê japoniyayî kir.
Di çarçoevya şahiya pîrozkirina roja neteweyî ya Japoniyayê li Roma, Felah Mistefa digel hijmareke sefîrên welatên biyanî hevdîtin pêkanîn.
Êvariya heman rojê, Seywan Barzanî sefîrê Îraqê êvariyeke nanxwarinê li ser şerefa şandeya hikûneta Kudistanê rkxistû tê de Heqî Ekîl sefîrê Tirkiyeyê, Xazî Şiblî sefîrê Îraqê bo karûbarên Komkara Welatên Erebî amade bûn.




