26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heyeta PDKê û Goranê li Hewlêrê civiyan

Çavkanî: KDP.info

Li Hewlêrê, doh çarşema 11/12/2013,  heyeta Partiya Demokrat a Kurdistabê û heyeteka tevgera Goranê bi mebesta giftûgo kirina çend babetan civiyan.

 Di çarçoveya civînên hevbeş yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê doh li Hewlêrê komîteya taybet ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û tevgera goranê civiyan.

 Şanda PDKê ji Dr. Roj Nûrî Şawês, Fazil Mîranî, Mehmûed Mihemed, Dilşad Şehab û Azad Berwarî pêk dihat.

 Şanda Gorran bi serokatiya Omerî Seyid Elî, û ji endametîya Celal Cewher, Mistefa Seyid Qadir, Aram Şêx Mihemed û Dr. Ako Mihemed pêk dihat.

 Li gorî çavkaniyekî agehdar ji civînê, her du alî behsa hewldanên heyî yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê kirin û nêrînên xwe yên li ser çawetiya dabeşkirina postên îdarî yên hikûmetê nêrînên xwe li hev weguhastine.

Nûçeyên têkildar