Herêma Kurdistan û Irlanda Bakur rêkeftinek muhr kirin

Ji bo bêtir pêşvebirina pêwendîyên navbera her du aliyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê yadaştnameyek jihevtêgehiştinê bi Irlanda Bakur re muhr kir.
Duhî, di rêwresmekê de Berpirsê Pêwendîyên Derve bi nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yadaşt digel Wezîra Bazirganî û Saziyên Irlanda Bakur Arlin Fotser li Hewlêrê muhr kir.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta herêmê, armanca rêkeftinê bihêzkirina pêwendîyên navbera Herêma Kurdistan û Irlanda Bakur e di warên veberhênan, bazirganî, perwerde, xwendina bilind, çandinî û geştyarî û çend warên din de.




