26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê di ware saxlemiyê de baş e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Rêxistina tendirustiya cîhanî a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (WHO)  ew alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê saxlemiyê de, wezareta saxlemiya Kurdistanê, pêşkeşî penaberên Rojavayê Kurdistanê kirine bilind nirxand û dibêje ku, rewşa penaberên sûrî yên li herêma Kurdistanê di ware saxlemiyê de baş e.

 Di civîneke navbera Rêkewt Heme Reşîd wezîrê tendirustiyê yê hikûmeta herêma Kudistanê û şandeyeke rêxistina tendirustiya cîhanî (WHO) a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku, îro li Hewlêrê  civîn bi rêve çû, rewşa penaberên sûrî yên li herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin.

 Di civînê de, nûnerê WHO li Îraq û herêma Kurdistanê, ew alîkariyên saziyên wezareta saxlemiya  hikûmeta Kuirdistanê pêşkeşî kampên penaberên surî yên li herêma Kurdistanê kirine bilind nirxand û  got ku, xizmetên di ware saxlemiyê de li kapên penaberaqn di rewşek baş de ye.

 Wezîrê tendirustiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi awayekî giştî, ji şandeya mêvan re behsa rewşa saxlemiyê li herêma Kurdistanê û bi awayekî taybetî behsa rewşa tendirustiyê li kampên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji WHO kir ku, ew jî destê alîkariyê bo penaberên rojavayê Kurdistanê dirêj bikin.

Nûçeyên têkildar