26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mehma Xelîl: Şehristanî şerê aborîyê li dijî kurdan saz dike

Çavkanî: KDP.info

Endamê lîsta hevpaymanîya Kurdistanê li parlîyamanta Iraqê û bêjedarê komîta aborî ya parlamentoya Iraqê, Mehma Xelîl, diyar kir, cihgirê serokwezîrê Iraqê, Husên Şehristanî, şerek aborî li dijî gelê Kurdistan saz dike.

Mehma Xelîl, ragihand, cihgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarê enerjiyê, Husên Şehristanî, rê dide pêşiya wezareta petrola Iraqê ku sûtemeniya Herêma Kurdistanê qut bike û gelê Kurdistanê ji pişka xwe bêpar bihêle.

Xelîl, diyar kir, Şehristanî şerek aborî û dorpêça sûtemeniyê li dijî gelê Kurdistanê dide meşandin û bi vê yekê dixaze rewşa siyasî aloztir bike.

Nûçeyên têkildar