26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê mafên mirovan li welatê me de li hemû holan de biçespê û bibê çandek

Çavkanî: KDP.info

Danezana cîhanî ya mafên mirov li 10.12.1948 hengavekî pir girîngê civaka navdewletî bû bi navê danîna çarçêweyek ji bo nasandin û mîsogerkirina mafên bingehînên mirov ku bi sedema şer û kavilkarî û dîktatoriyê dihatin binpêkirin. Cihê daxê ye piştî şêst û pênç salan ji wê rûdana dîrokî hîn jî binpêkirina mafên mirov li navçeya me û hinek cihên dinê cîhanê de berdewame. Li gel rûxana dîktatoriyetê rewşa mafên mirovan li Iraqê de paşvekêşiyê kiriye û bextewerî û jiyana hemwelatiyan û mafên jin û zarokan li bin metirsiyêdane. Tundutîjî û tundrewî û demargîriya tayîfî û eşîrî û gendelî êrîşên gelek mezinin li ser mafên mirov û keramet û jiyana hemwelatiyên Iraqê.

Li van çend salên dawî de li Herêma Kurdistanê de hengavên baş yên parastina mafên mirov û berçavgirtina mafên takekesî û medeniyên xelk hatine avêtin lê belê hê jî ne li asta pêwîst daye û hinek car binpêkirin têne dîtin ji bo wê yekê pêwîste berçavgirtina mafên mirov li Herêma Kurdistanê zêdetir bête geş kirin. Gelê me bi xwe mezintirîn qurbanê binpêkirina mafên mirovan bûye ji bo wê yekê jî pêwîste mafên mirov bibê armanca serekî ya hemû çalakiyên Hikûmî û medeniyên welatê me û li jiyana giştî û takekesî û malbatî de reng bide.

Bi navê rêgirtina li binpêkirina mafên mirov ya li Kurdistanê de divê civaka medenî û medya bi çav vekirî û hest bi berpirsiyariyê zêdetir kar bikin. Bi wê hêviya karkirin bi biha û mafên mirov li welatê me de li hemû holan de biçespê û bibê çandekî reg û ra ya kur.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.12.2013

Nûçeyên têkildar