Serokatîya herêma Kurdistanê şermezarîya ji navbirina pêkhata Musulmanan li Mîyanmar dike

Serokatîya herêma Kurdistanê di beyannameyekê de bi tundî şermazarîya hilmeta nehêştina pêkhata Musulmana li welatê Mîyanmar dike.
Eve jî tekesta wê ye:
Mixabin eve demeke nûçeyeka nexweş tê bîstin û ew wêneya diltezêne ku kenalên ragihandina cîhanê belav dikin, di derbarê hilmeta hovane ya ji alîyên pişkek ji şînîyên welatê Mîyamar tê encamdan da ku pêkhatekî din ji nav bibin, ku ev hevwelatîyên musulman han rojane bi hovtirîn û dêwanetrîn awa tên qelaçokirin û mafê jîyana pê rewayîyê nabînin.
Ev tiştê ku a niha tê encamdan li welatên başûrê rojhilata kêşwera Asîya ya ku bi hezaran mîl ji welatê me ve dûre, lê belê ev dîmen û wêneya han ji bo me wek gelê Kurdistanê gelek bi êş û azare, ji ber ku em jî bi dehan sala ev sosreta han dîtîye û rastî sîyaseta cînosayîdkirinê hatine.
Ev sosreta han ya ku li Mîyanmar tê encamdan dibe ku di herdemekê li hember pêkhateka olî û neteweyeka din ya cuda li dem û wexteka cuda û di civakeka cuda de bihê encamdan, ji ber evê çendê jî hemû miletek li ser goya zevîyê bi cudahîya ol, netewe û nerîn li buha û kerameta, mafê jîyanê azad û hevpişkin û pêdivîye hemû alî solgana pêkve jîyanê û lêbordinê bi hev re bilind bikin û şerangezî û kînlêbûnê ji hev vala bikin.
Em evê hilmetê ya hovane bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji alîyên pêwendîdar dikin ku li ser asta herêmî û nêvdewletî kar bikin bo parastina pêkhata musulmanan li welatê Mîyanmar û dawî bi evê rewşê bihênin.




