26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê herêma Kurdistanê pêşwazîya wezîrê bazirganîya Îrelanda bakur û balîyaozê nû yê Brîtanîya li Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî dûşem 16/07/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya xanim Arlîn Foster Wezîra Bazirganiya Îrlandaya Bakûr û rêzdar Sîmon Kolîs Balyozê nû yê Brîtanya û Hîw Îvans û Kirîs Bawerz Konsolê Giştî yê nû û berê yê welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Wezîrê Bazirganiya Îrlandaya Bakûr ji bilî xweşhalî derbirîna bi duyem serdana Herêma Kurdistanê, li mebesta serdana xwe ya Serok Barzanî ronahî kir ku ji bo wajokirina peymannameyekî hevdû têgihiştina di navbera Herêma Îrlandaya Bakûr û Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku wajokirina vê peymannameyê derencameke baş ji bo her du aliyan hebê û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê navçeyekî aram û geşbûye û eve jî bûye sedema rakêşana hejmarekî mezina kompanya û veberhênana Brîtanî û Herêma Îrlandaya Bakûr jî dixwazê pêwendiyekî baş li gel herêmê da hebê û ragihand ku dîrokekî hevbeş her du Herêman kom dike. Ji bo wê yekê bi alîkariya aborî û bazirganiya di navbera wan dikarin peyamekî bi hêz pêşkêşî hemû cîhanê bikin.

Balyozê nû yê Brîtanya li Iraq jî, ji bilî xweşhalî derbirînê tekez li berev pêşbirina pêwendiyên di navbera her du aliyan kir û ronahîkir ku berev pêşveçûna pêwendiyan û hengavên berew pêşve birina herêmê tehediyatekî zêde dirustkiriye ku dikarin pêkve rûbirû bibin û bi pêwîst jî dizanî hemahengiya di navbera her du aliyan li asta meseleyên siyasî û aboriyan da berdewamiya xwe hebê.
Konsolê Giştî yê berê yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê jî ji bo piştgîriyên rêzdar yên li dema karkirina li Herêma Kurdistanê de spasî Serok Barzanî kir û Konsolê Giştî yê nû jî bi Serok Barzanî nasand.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo amadevanan dûpatkir ku Herêma Kurdistanê bi heman awayî û bi girîngiyeke mezin ve temaşa pêwendiyên xwe ya li gel Brîtanya û Herêma Îrlandaya Bakûr û ragihand ku bingehekî baş ji bo bi hêzkirina pêwendiyan heye û Herêma Kurdistanê li gelek waran da hengavên baş avêtiye û niha jî pêvajoya avadankirin û geşbûna kertên cûr bi cûr da berdewame. Ji bo wê yekê herêm pê xweşe ku Brîtanya bi giştî û Herêma Îrlandaya Bakûr li rêya kar hêsanî û handana kompanyayan bi girseyî ve beşdarî vê pêvajoyê bikin.

Serok Barzanî ji bo dest bi karbûna nû ve pîrozbahiyê li Balyoz û Konsolê Giştî yê nû kir û hêviya serkeftinê jî ji bo Konsolê Giştî yê berê xwest li wê erka ku pê dihate spartin û behsa rola wî ya li berev pêşbirina pêwendiyên di navbera her du aliyan kir.


 

Nûçeyên têkildar