25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amed: 4 serbazên Tirk hatin berdan

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Doh 4 serbazên Tirk yên ku hatibûn revandin, teslîmî fermandariya qereqolê a Lîce ya Amedê hatin kirin.
 
Doh 8/12/2013  piştî ku li bajarê Amedê xwepêşandan ji bo kuştina 2 Kurdan li Geverê destpê kirin û ji aliyê polîsan ve hate mudaxele kirin û çend xwepêşander hatin birîndar kirin. Li navçeya Licê ya Amedê 2 jê astsûbay 4 leşkerên ku hatibûn desteserkirin û bi navbeynkariya BDP’ê radestî qeymeqamê Liceyê û rayedarên leşkerî kirin.

Li gor ajansan  grûpekê rêya di navbera deşta Fîsê ya Lîcê a ser bi parêzgeha Amed`ê de qut kirin û di encama pişkinîna otombêlan de 3 efserên Artêşa Tirkiye û serbazekî Tirk desteser kirin û piştre 3 otombêlên serbazî şewitandin.

Doh ew 4 leşker radestî heyeteke BDP’ê hatiye kirin û wan jî ji aliyê xwe radestî qeymeqamê Liceyê kirine

Nûçeyên têkildar