Austiraliya xwendekarên kurd werdigire

Hewlêr-KDP.info/ Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Lîndala Saks sefîra Astraliyayê a Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civîneke mavbera her du aliyan de, çend mijarên girig yê girêdayî peywendiyên navbera Kurdistan û Austiraliyayê, têkeliyên di warê aborî, zanistî û civakî de kir.
Sefîra Austiraliyayê behsa çalakiyên hijmareke şirket û kompaniyên welatê xwe ku, di warên cuda de kar dikin li herêma Kurdistanê kir. Wê, bi tyabetî behsa kompaniyeke taybetmed bi alîkarkirina xwendekarên herêma Kurdistanê ku, di zanîngehên Austiraliyayê de xwendina bala timam bikin kir. Sefîra austiraliyayî di berdewamiya axaftina xwe de got ku, hikûmeta wê hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dike ku, bi hev re bingehekî rahînana meslekî ji bo perwerde û amadekirina derçûyên zanîngeh û peymangehên pîşeyî daku bikarin têkelî bazarê kar bibin.
Wezîrê pilandananê yê hikûmeta kurdistanê behsa têkeliyên herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re kir û got ku, gelek wqelatên cîhanê nuha ber bi herêma Kurdistanê ve dihên û di warên cihê de învestkariyê dikin.
Sindî behsa pêdawîstiyên herêma Kurdistanê yên di warê geşepêdana şiyanên mirovî, avakirina infrastruktura aborî û civakî kir.




