26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa serdana wezareta derve ya Îtaliyayê dike

Çavkanî: KDP.info

Îtaliya-KDP.info/ Şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê bi serdaneke fermî gihişte Îtaliyayê û hijmareke dîdar û civînan bi berpirsên îtaliyayî re encam dan.

 Di çaçroveya serdana xwe ya bo Îtaliyayê de, şandeya hikûmeta Kurdistanê digel Lapo Pestelî cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê civiyan. Di civînê de ku, Rêzan Heme Salih nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bû, berprisê têkeliyên derve behsa têkeliyên navbera Îtaliya û Kurdistanê kir û got:

 - Hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke taybet bi têkeliyên xwe yên bi Îtaliyayê re dide û em bi pêşveçûna têkeliyên Îtaliya û Kurdistanê, di hemû waran de, kêfxweş in. Nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Îtaliyayê û konsulxaneya Îtaliyayê li herêma Kurdistanê rolek mezin di pêşvebirina têkeliyên her du aliyan de lîstiye.

 Cîgirê wezîrê derve yê Îtaliyayê jî di axaftina xwe de got ku, Îtaliya jî bi pêşkeftina têkeliyên bi Hewlêrê re kêfxweş e û hijmareke ber bi çava a şirket û kompaniyên îtaliyayî li herêma Kurdistanê sermayeya xwe razandine û Îtaliya berdewam beşdariyê di pêşangehên navdewletiyên herêma Kurdistanê de dike.

 Felah Mistefa ji berprisên wezareta derve ya Îtaliyayê re behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pirosesa pêkanîna kabîneya nû a hikûmetê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, amadekariyên hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di dawiya meha nîsana 2014ê de bên kirin û rewşa penmaberên surî yên li herêma Kurdistanê  kir û daxwaz ji hikûmeta îtaliyayî kir ku, destê alîkariyê ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê dirêj bike. Li dor konferensa Canever 2 jî, Mistefa got ku, divê hemû aliyên bi bandor li ser rewşa Sûriyeyê beşdariyê di wê konferensê de bikin.

 Berprisê têkjeliyên derve ji cîgirê wezîrê derve yê taliyayê re behsa helwesta hikûmeta herêma Kurdistan li hember rêkeftina navbera Îran û welatên 5+1, têkeliyên Kurdistanê bi welatên cîran re bi taybetî têkeliyên digel Tirkiyeyê bi taybetî têkeliyên di warê enerjiyê de kir.

Di heman rojê de şandeya herêma Kurdistanê digel berprisên dosyeya Rojhilata Navîn, karûbarên siyasî û dosyeya Suriya û Îraqê li wezareta derve ya Îtaliyayê civiyan çend mijarên aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û hermî de nirxandin.

 Şandeya hikûmeta Kurdistanê dê peymaneke lihevtêgihiştinê digel saziya (SIOI) ji bona vekirina kursan bo karmendên fermangeha têkeliyên derve vekin îmaza bike.

Nûçeyên têkildar