Divê Ewropa û Emerîka rolekî serekî di çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê û Tirkiyê de bibînin

Rojnameya Evro/ Li perlemanê Ewropa konfransek li ser çareserkirina pirsa kurdî li Bakurê Kurdistanê û herwesa rewşa Rojavayê Kurdistanê hate saz kirin û pişkdarbûnên konfransê diyar kirin bê Emerîka û Ewropa pirsa kurdî nahête çareserkirin û divê Emerîka rolekî serekî di çareserkirina pirsa kurdî li Sûriyê û Tirkiyê de bigêre.
Guney Aslan nivîserê navdarê Kurd û yek ji pişkdarbûyên konfransa çareseriyê li perlemanê Ewropa diyar kir bi destpêşxeriya çendîn endamên perlemanê Ewropa û piştevaniya gelek kesayetiyên navdar li cîhanê ku dixwazin pirsa kurdî li Tirkiyê û Sûriyê bête çareserkirin ew konfranse li perlemanê Ewropa hate saz kirin û got: " Çendîn siyasetmedarên Kurd jî di konfransê de pişkdar bûn û hindek siyasetmedarên Emerîkî jî pişkdar bûn û di konfransê de li ser çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê û herwesa rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek gengeşe hatine kirin û hate diyar kirin divê Emerîka destêwerdanê di rewşa niha li Tirkiyê de bike û bi rengekî bi hêz piştevaniyê li qonaxa aştiyê li Tirkiyê bike, çunku niha qonax tûşî astengiyan bûye û pêdiviye hêzeka dî destêwerdanê bike û Emerîka dikare rolekî serekî û giring bo çareserkirina pirsa Kurdî bibîne."
Navhatî diyar kir siyasetmedarên Kurd û pişkdarbûyên konfransê rexne li helwestê Ewropa girtin ku heta niha welatên Yekîtiya Ewropa bi rengekî eşkere piştevaniya mafê kurdan li Sûriyê nekirne û daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropa hate kirin ku di konfransa cinêv2 de piştevaniya mafê kurdan li Sûriyê bikin û got: " Ewropa û Emerîka di siyaseta Rojihelata Navîn de xwedan rolek mezin in û ji ber hindê jî daxwaz ji Ewropa û Emerîka hate kirin bo aramiya devera rojihelata navîn piştevanyê li mafê kurdan li Sûriyê û Tirkiyê bikin, çunku diyare heta hêzeka dî destêwerdanê di rewşê neke qonaxa aştiyê ber bi pêş naçe û endamên perlemanê Ewropa yên pişkdarbûnên konfransê jî diyar kirin heta niha çu pênigavên berçav bo çarekirina pirsa kurdî li Tirkiyê nehatine avêtin."
Nivîserê kurd ew yek jî diyar kir pişkdarbûyên konfransê daxwaz ji hikûmeta Erdogan jî kirin heta di çareserkirina pirsa kurdî de pênigavên berçav nehêne avêtin Tirkiyê nikare xwe nêzîkî Ewropa bike û bibe endamê Yekîtiya Ewropa û ji bo endametiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewropa de divê pirsa kurdî bihête çare kirin




