25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Haşim Haşemî: Rola Serok Barzanî di pêvajoya çareseriyê de gelkî giring e

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info/ Perlemanterê berê yê perlemanê Tirkiyê Haşim Haşemî di bernamekê de ligel televizyona TRT6 de behsa pêvajoya çareseriyê û piroseya aştiyê li Tirkiyê û rola Serok Barzanî di wê çareseriyê de, kir.

Haşim Haşemî ragehand ku Tirkiye bê Serok Barzanî nikare weku pêwîst pêvajoya çareseriyê û proseya aşîtiyê birêve bibe û dibêje " Serdana Serok Barzanî bo Diyarbekir piştgîriyeke baş bû jibo pêvajoyê çareseriyê li tevahiya Tirkiyê."

Haşemî herwiha bal kişand ser wê yekê ku Serok barzanî di Rojhelata Navîn de remzekî gelek mezine, ji ber vê yekê jî Serok Barzanî şensekî giring e bo serketina çareseriyê li Tirkiyê û Tirkiyê dikare di çarçoveya siyaseta Serok Barzanî de pirsa Kurd çareser bike

Nûçeyên têkildar