26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji bo şopandina dosyeya terorkirina Gemiyanî hikûmetê komîteyek pêkanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da komîteyek ji bo hevahengî û şopandina dosyeya rojnamevan Kawe Germiyanî bê pêkanîn û karê wê komîteyê jî hevkarîkirina dadgehê be ji bona gihştina rastiyan û cîbicîkirina biryaran.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermanekê bi îmzaya Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê kurdistanê biryara pêkanîna komîteyeke taybet ji bona alîkarîkirin û hevkarîkirina dadeghê li ser dosyeya rojnamevan Kawe Gemiyanî yê ku berî du rojan ji aliyê hindek çakdarên nenaskirî li Kelarê li devera Germiyanî hatibû terorkirin, da.

Li gor fermana hikûmeta ew komîteye ji Newroz Omer rawêjkarê qanûnî yî serokatiya civata wezîran, nûnerê wezareta navxwe, nûnerê saziya Asayîşa herêma Kurdistanê, îdareya Germiyanê, sandîkaya rojnamevanan û Senterê Metro yê parastina mafên rojnamevanan pêk tê.

Karê wê komîteyê dê; hevahengî û hevkariya dadgehê be, hevkarîkirina dozgerê giştî be, şopandina lêkolînan û cîbicîkirina biryaran be. Ew komîteye bi ru awayê mayê xwe di karê desthilatên dadgehê û aliyên peywendîdar nake

Nûçeyên têkildar