26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî kevrê bingehîn yê Zankoya Emerîkî li Dihokê dana

Çavkanî: KDP.info

Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê kevrê bingehîn yê zanîngehek emerîkî ji aliyê Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûrd Barzanî ku wek Serokê Desteya Serokatiya Zanîngehê hatiye destnîşankirin, hat danîn.

Doh yekşema 08.12.2013 li bajarê Dihokê, kevrê bingehîn yê zanîngehek emerîkî hat danîn.

Di merasima kevirdanînê de ji bilî Mesrûr Barzanî, Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Elî Seîd, serokên zanîngehên Kurdistanê, mamostayên zanîngehên Dihokê, parlamenterên Kurdistan û Iraqê û gellek berpirsên din beşdar bûn.

Piştî danîna kevrê bingehîn yê zanîngehê, Mesrûr Barzanî axavtinek pêşkêş kir û diyar kir ku ew hêvîdar e ev zanîngeh bibe navendeke din a zanistanê li Herêma Kurdistanê û da zanîn, qonaxên din ên projeyê dê di demên pêş de bên cîbicîkirin.

Birêz Mesrûr Barzanî her wiha sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Parêzgarê Dihokê, wezîrên Xwendina Bilind û Plandanînê kir ku piştevaniya projeyê kirine.

Bi vî awayî ev dibe duyemîn zanîngeha emerîkî ku li Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin ji ber ku zanîngehek emerîkî din sala 2007an li bajarê Silêmaniyê hatiye çêkirin

Nûçeyên têkildar