Kuştina rojnamevan Kawa Germiyanî li parêzgeha Dihokê hate şermezar kirin

Dihok-KDP.info/ Bi merema şermezarkirina tîrorkirina rojnamenivîs (Kawa Germiyanî) rojnamenivîs û roşenbîr û mamostayên zanîngeh û rêkxirawên civaka sivîl yên parêzgeha Dihokê li berderê parka Azadî rabûn bi kobuneka nerazîbûnê û ev kiriyare dirndane şermezarkirin.
Di beyannameyekê de, radgehînin ku kuştina rojnamevan (Kawa Germiyanî) bi tîror li qelem didin, û hikûmeta herêma Kurdistanê bi berpirsiyar dibînin û beşek ji rojnamevanên Dihokî diyardikin, ku ew dê mangirtinê ji xwarnê ragehînin heta ku tawanbarên rojnamenivîs (Kawa Germiyanî) bên desteserkirin.
Her di beyannamê de ku bo hersê serokayetiyên herêma Kurdistanê û raya giştî hatiye, şermezrakirin û îdanekirin du peyvên êdî bûne şerim bêne gotin, û êdî nahîte qebul kirin, bikujên rojnamevanan xwedan rêzbin, û li ser cadeya peyasa bikin.
Kuştina rojnamevan (Kawa Germiyanî) em bi tîror li qelem didin




