26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

William Hague: Dibe ku Sûriyê parçe bibe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Wezîrê Derve yê Berîtanya William Hague hişyarî da ku eger di sala 2014an de çareseriyek ji kirîza Sûriyê re neyê dîtin, dibe ku Sûriye bi tevahî ji hev bikeve û parçe bibe.

 William Hague got: " Eger ev dijberiya li Sûriyê berdewam bibe, dibe ku Sûriyê ji hev bikeve û navçeyeke derveyî kontrola her dewletekî li Rojhilata Navîn bê damezirandin."

 Wezîrê Derve yê Berîtanya ku di Korbenda Navneteweyî ya Ewlekariya Herêmî de li paytexta Behrênê Mename diaxivî, destnîşan kir ku eger ev dijberî ji bin kontrolê derkeve, di serî de cîranên Sûriyê gellek aliyên din û di nav de jî Ewropa dê  bikevin bin metirsiya terorê.

 Herwiha Hague diyar kir ku berdewamiya vê dijberiyê dê bibe sedema kirîzeke mirovahî ku êdî wê neyê kontrolkirin û bang li desthilat û opozisyona Sûriyê kir ku tevlî kongreya Cenêv2 bibin.

Nûçeyên têkildar