Serokayetiya Kurdistanê: Wefata Mandela me gelek xemgîn kir

Dîwana Serokayetiya Kurdistanê bi minasebeta wefata Nelson Mandela persenameyek pêşkêş kir.
Bi minasebeta wefata rêberê Efsûnawî yê Efrîqiya û Têkoşerê azadîxwaz Nelson Mandela Dîwana Serokatiya Kurdistanê persenameyek pêşkêş kir ku, ew jî tekesta vêye;
Bi bîstina nûçeya wefata Têkoşerê azadîxwaz Nelson Mandela em gelek xemgîn bûn, jiyan, têkoşîn û helwestên Mandela bûne sembol bo cîhanê, ji bo tevahiya azadîxwazan ew zilamê mezin têjî bû ji waneyên berxwedan, aştîxwazî, mirovdostî, dşrketin ji tundûtîjî.
Em weke Dîwana Serokayetiya Kurdistanê li ser navê gelê Kurd perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî tevahiya aştîparêz û azadîxwazên cîhanê dikin.
Mandela di nava dilê gelê Kurd de xwedan cîheke gelek mezine.
Dîwana Serokayetiya Kurdistanê
6.12.2013




