25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Divê opozisyona Sûriyê mafên gelê kurd qebûl bike

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku divê opozîsyona Sûriyê mafên gelê kurd qebûl bike çimkî gelê kurd li Sûriyê ji mafê xwe yê herî biçûk jî hatiye bêpakirin.

 Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz John Wilkes Nûnerê Taybetî yê Brîtanya yê Karubarê Sûriye kir.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Brîtanya spas û xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand. Li vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Brîtanya bi eşkere wêneyekî giştî li pêşhatên siyasiyên dawî yên Sûriye û hewlê navdewletiyan ji bo çareserkirina qeyrana Sûriye xisterû û hengavên amadekariya konferansa Cenev 2 û rola dewletên cîran û dostên Sûriye û hêzên mezin û hêzên siyasiyên navxweyî li Sûriye û her wiha bandoran wan ya li ser qeyrana Sûriye ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

 Nûnerê Taybetî yê Brîtanya piştgîriya welatê xwe jî li rol û pêgeha Kurd bi taybetî li Encûmena Nîştîmanî de dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku pêwîste li konferansa Cenev 2 da Kurd beşdar bin û rolekî wan yê çalak hebê.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku divê ew aliyên peywendîdar bi qeyrana Sûriye piştgîriyê li rola Kurd bikin û pêwîste hemû aliyên Kurdan hevkariya hevdû bikin û gotarekî hevbeş û zelal li muamelekirina li gel qeyrana Sûriye û paşaroja Sûriyê de hebê.

 Di derbarê pêvajoya Sûriye û bandora wê ya li ser navçeyê û rola Kurd de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku zehmete kêşeya Sûriye li rêya çareseriya serbazî bê çareser kirin û ewê li aliyê Herêma Kurdistanê ve jî girînge eweye ku alternatîvekî demokratî ji bo paşaroja Sûriye hebê û hevrikên Sûriye û hemû aliyek mafên Kurd li berçav bigrin ji ber ku daxwaz û mafên Kurd rewane

Nûçeyên têkildar