Hikûmeta Kurdistanê kuştina rojnamevan Gemiyanî şermezar dike

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina rojnamevan Kawe Germiyanî şermezar dike û daxwazê ji aliyên peywendîdar dike ku, dûvçûnê bo wê bûyerê bikin û bikujan eşkere bikin.
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de sersaxiyê li malbata xwedêjêrazî Kawe Gemiyanî dike û dibêje:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina Kawe Germiyanî şermezar dike û hemû awayên destdirêjiyê bo ser canê hevwelatiyan pirotesto dike. Em daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku, li ser wê bûyerê dûvçûnê bikin û bikujan eşkere bikin daku cezayênxwe yên qanûnî werbigirn.
Weke tê zanîn Kawe Germiyanî sernivîskarê kovara Rayel bû ku, li Gemiyanî der dikeve û şeva borî hindek çekdarên nanskirî êrîşî der mala wî kir û di mala wî de kuştin.




