26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Nabe PYD bi tenê hikimraniya Rojavayê Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê heyeta danûstandinkar ya PDKê serdana partiya zehmet kêşên Kurdistanê kir.

 Di çarçoveya hewldanên berbijarê partiya demokrata Kurdistanê bo postê Serokwezîriyê bo damezrandina kabîneya nû, duh Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê serdana partiya zehmet kêşên Kurdistanê kir.

 Di civîneke de di navbera Nêçîrvan Barzanî û Belên Ebdulah de her du alî behsa çawetiya pêk anîna hikûmeta nû ya Kurdistanê kirin.

 Piştî bi dawî hatina civînê jî her du alî di kongreyeke rojnamewanî de navroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.

 Di wê kongireyê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî rexne li PYDê kir û got: " Nabe PYD bi tenê hikimraniya Rojavayê Kurdistanê bike."

 Derbarê serdana Hevserokê PYDê Salih Musilêm bo Kurdistanê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, hatin anjî nehatina Musilêm ne kêşeyeke ewqas mezine û dikare were çareserkirin lêbelê weke hikûmeta Kurdistanê û weke PDKê rexneyên me ji PYDê re hene jiber ku, karê PYDê hevkarîkirina rêjîma Esed e û nabe PYDê tevahiya Rojavayê bixe bin dest û desthilata xwe.

 Derbarê ew xwepîşanderên ku, li berdem Konsulusxaneya Êranê ya li Hewlêrê de jî hatine binçavkirin Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, ew xwepîşanderên han qanûnên Kurdistanê binpê kirine.

Nûçeyên têkildar