Mesrûr Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Edîb Hemîd kir

Birêz Mesrûr Barzanî şêwirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê persenameyek pêşkêşî malbeta Edîb Hemîd kir.
Doh çarşema 4/12/2013 şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta koça dawî ya rawêjkarê civata ewlekariya Kurdistanê rehmetî Edîb Hemîd persenameyek pêşkêş kir ku, ew jî tekesta wê ye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Bi xem û kovaneke gelek mezin şeva derbasbûyî hevkar û dostê me yê hêja kak Edîb Hemîd ku, rawêjkarê civata ewlekariyê ye, li gor raporên pijîşkan jiber sedema rawestana dil koça dawî kiriye.
Em li hember ji dest dana kesayeta dilsoz û jîhatî kak Edîb gelek xmebarin, hevxemî û perseyên xwe pêşkêşî malbeta vî ya birêz, tevahiya hevkarên xwe û tevahiya dost û kesûkarên xwedê jê razî dikim.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim sebir bide malbeta rehmetî û rihê vî bi cenetê şa bike, em hevbarê xemê malbeta rehmetîne û hêvî dikim ew xema wan ya dawî be.
Hêjayê gotinê ye ku, rehmetî Edîb Hemîd Kawlaneyî korê şehîd Hemîd Kawlaneyiye di sala 1970an de ji dayik bûye û di sala 1975an de li gel malbeta xwe koçberê Êranê bûye û li Êranê beşa îdarî û aboriya zanîngehê bi dawî kiriye.




