Nêçîrvan Barzanî amadeyiya Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê bo Kerkûkê ragihand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rgaihand ku rewşa ewlekariyê li bajêrê Kerkûkê xirab buye û guhertineke newyî di êrîşên (Terorîstan) de çêbûye, û amadeyiya Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê ragihand.
Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî de digel çend partiyên Tirikmanî li Hewlêrê behsa êrîşa ku doh (04.12.2013) li Kerkûkê qewimye kir û got "Rewşa Kerkûk û tevaya Iraqê têk çuye, û em amade ne alîkariyê bidin her aliyekî li dijî terorê."
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje kir ku hejmara xwekujan di nava grûpên Teroristî de zêdebûye û got "Berê bi zehmetî kesên xwekuj bi dest grûpên çekdar diketin, lê niha ji bo operasyoneke biçûk çendîn xwekuj li cem wan grûpan hene."
Neçîrvan Barzanî herwiha got ku "guhertineke newyî di êrîşên Terorîstan de çêbûye."
Doh piştî nîvro otombêleke bomberêj li ber avahiya dezgeha îstixbarata Iraqê li bajarê Kerkûkê teqiya û piştî teqînê hejmarek çekdar êrîşî avahiyê kirin û xistine bin kontrola xwe.




