26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Lîsta Miwatin daxwaza bi cihanîna mada 140 dike

Çavkanî: KDP.info

Endamê lîsta Miwatin ya bi ser encumena bilinda Îslamîye li parlîyamenta Iraqê Elî Şibir daxwaza bicihanîna maddeya 140 a taybet bi deverên dabrayî dike.

Di evê derbarê de li gorî Radio Nawa, Şibir ragihand ku heger alîyên sîyasî bi xal û birgehên destûrê ve pabend nebin dibe ku Iraq bikeve nava şerê navxwe.

Herweha navhatî got, hêştina qanûnan wek xwe û dûrkeftin ji cihbicihkirina wan ji alîyê sîyasî dibe sedema serhildana arîşeyên mezin li Iraqê ku eve jî di berjewendîya ti alîyekî de nîne.

Herweha Elî Şibir daxwaz jî kir ku maddeya 140 a destûra Iraqê ya taybet bi deverên dabrayî bihê cihbicih kirin.

Nûçeyên têkildar