26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Human Rights Watch rexne li qanûna înternêta Iraqî digire

Çavkanî: KDP.info

Reşnivîsa qanûneka Iraqî derkeftîye, ku li hember encamdana tawanên Înternêtê sizaya zîndanîkirina herdemî bi ser bikaranînên înternêtê disepîne.

Di evê derbarê de rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan " Human Rights Watch " li ser evê mijarê belav kirîye û dibêje: " ev kesên han ku berjewendîya aborî, Sîyasî û asayîşa Iraqê dixine metirsîyê û rêz li serwerîya û yekgirtîya Iraqê nagirin, bi dijwartirîn siza tên siazkirin wek zîndanîya herdemî".

Herweha ev sizaya han bi ser wan kesan de tê sepandin, ewên alîkarîya neyar yan dijminan didin ji bo mebesta têkdana rewşa asayîşa Iraqê.

Herweha ev sizaye han bi ser wan kesan de disepe ewên cudahî û arîşeyên tayfî tevlîhev dikin û rewaş asayîşa welêt tek didin.
Ev sizaye han bi ser wan kesan de disepe ewên belgehên şaş bi mebesta nehêştina bawerî di nav hevwelatîyan belav dikin.
Reşnivîsa evê qanûnê pirranîya çalakvanan û rêxistinên taybet bi azadîya parastina mafê mirovan dilgiran kirîye.
Cihgirê berpirsê şaxa rojhilata navîn a rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan dibêje: ev qanûna han rê bi berpirsên Iraqê dide da ku rê ber bi bêdengkirina xelkê bibin, ji ber ku niha çalakvan û rojnamenivîsên Iraqê gelek sûd ji înternêtê werdigirn bo bidestanîna zanîyarî û veguhaztina nerînan.

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan dibêje, ev qanûna han gelekî aloze û sizayên wê jî pir tund û dijwarin her ji ber evê çendê jî berpirs dikarin sûdê jê wergirin ji bo sizadana her kesekî, ku ji wan re ev kesa han wek gefekîye bi ser berjewenîyên civakî û hukûmî.

 

Nûçeyên têkildar