26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Helwêsta Nuceyfî ji bo vepirsîna Nûrî Malikî nayê guhartin

Çavkanî: KDP.info

Jêderekî ji Îtîlafa Iraqîye ragihand ku serokê parlîyamenta Iraqê Usama Nuceyfî ji Ayad Ellawî re ragihand ku hevdîtina wî digel serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî ti car nebûye sedema guherîna helwêsta wî, lê belê ew liser helwêsta vepirsîna Nûrî Malikî maye û ev helwêsta han jî nayê guhartin.

Evî jêderî weha jî da nîşandan, ku Nuceyfî ji Ellawî re ragihandîye dema seredana Malikî bo alîyê wî ti carî behsa pirsa sîyasî ne kir, lê belê tenê pêşkeşkirina pirse û serxweşîyê bû.

Her di evê derbarê de Meyson Demlocî bêjedara Îtîlafa Iraqîye ragihand, ku alîyên sîyasî li ser ret kirina rêbaza takrawîyê li desthilatê û êhmal kirina alîyên dinên sîyasî.

Nûçeyên têkildar