26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Felah Mistefa digel diplomat û nûnerên welatên biyanî civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê digel diplomatkar, konsul û nûnerên welatên biyanî û nûnerên rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve yên li herêma Kurdistanê kar dikin, civiya û di civînê de çend pirsên aktuel di rojeva herêma Kurdistan, Îraq û herêmî de nirxandin û xebatên ji bo pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê ji mêvan re diyar kirin.

Di civînê de ku, Karwan Cemal cîgirê berprisê têkeliyên derve, Dîndar Zêbarî cîgirê berpirsê têkeliyên derve bo karûbarên rêxistinên navdewletî û Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve amade bûn, Felha Mistefa ji beşdarbûyan re behsa pilanên sala bêt û çewamiya hevkarî û hevahengiya di warê siyasî, aborî, kulturî û werzişî û hilbirînê de kir.

Mistefa daxwaz ji nûnerên welatên biyanî kir ku, di çarçoveya benameyên alîkarîkirina Îraqê de, herêma Kurdistanê jî li ber çavan bigin û ji bona dabînkirina kursiyên xwandinê bo xwendekarên kurd pişka herêma Kurdistanî jî hebe. Giringe berdewam serdan di navbera saziyên hikûmetê û welatênderve hebin û welatên derve teşwîqa şirket û sermayedarên xwe bikin ku, serdana herêma Kurdistanê bikin û aramî û pêşkeftina herêma Kurdistanê bi çavên xwe bibîn û di sektor û warên cihê de sermayeyê xwe birazîn in

Berprisê têkeiyên derve behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di 21 îlona çûyî de kir ku 74% xelkê Kurdistanê beşdarî di pirosesa dengdanê kir û ev jî ji bona geşkirina demokrasîyê serkeftineke din a herêma Kurdistanê bû. Bi gotina çavdêrên navdewletî pirosesa hilbijartina li herêma Kurdistanê di atmosferekî aram û bi awayekî serkeftî û bi kêmtirîn pirsgirêk birêve çû
Li dor rewşa Suriyeyê, Mistefa got ku, rêya êkane ji bo çareserkirina kirîza Suriyeyê rêya çareseriya siyasî ye û got ku, Suriye bûye meydana çalakiyên girûpên terorîstî. Pêwîste giringî bi konferensa Canever 2 bê dan û hemû alî, bi hikûmeta herêma Kurdistanê ve, beşdariyê di wê konferensê de bikin daku bi hev re çareseriyeke siyasî bo kirîza Suriyeyê bibiîn in.

Felah Mistefa behsa hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di 30.04.2014ê de bên encam dan û dilgiraniya xwe li hember qanûna hilbijartinan li Îraqê diyar kir û got ku, ji bona encamdan hilbijartinan herêma Kurdistanê ew qanûn qebûl kir  û daxwaz ji komisyona balaya hilbijartinan û çavdêrên navdewletî di warê çavdêrîkirina hilbijartinan de rola xwe ya pêwîst bilîz in.

Berprisê têkeliyên derve behsa têkeliyên anvebra Kurdistan û Tirkiyeyê, bi tyabetî têkeliyên di warê enerjiyê de, kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e ku, neft û gaz milkê hemû gelên Îraqê ye û dahatiniyê wê jî divê bi ser hemû îraqiyan de bê dabeş kirin. Hevkariya Tirkiye û Kurdistanê a di warê enerjiyê de ji bo pêşkeftina hemû Îraqê ye.
Felha Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdiustanê pêşwaziyê li rêkeftina anvebra Îranê û welatên 5+1 dike û hêvî kir ku ew rêkeftin bibe hokarê aramî û tenahiyê li tevaya deverê.

Di civînê de nûnerên Komra Îslamiya Îranê, Komara Misirê, Komara Rusiyaya federal, Urdin, Filestîn, Brîtaniya, Koreya Başûr, Îmaratên Erebî, Amerîka, Tirkiye, Almaniya, Fransa, Poloniya, Holenda, Îtaliya, Romaniya, mebûsê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê UNAMI û mebûsê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên serweriya qanûnê EUJUST LEX amade bûn

Nûçeyên têkildar