26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya li roja serbixweyiya Franse

Çavkanî: KDP.info

Êvariya yekşemê 14.07.2012 li bajêrê Hewlêrê, bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Cihgirê Serokê Parlemena Kurdistanê û hejmarekî zêdeyê Endamên Parlemena Kurdistanê û Wezîrên Hukûmeta Herêmê û nûner û Konsulên welatên biyanî û rewşenbîr û mamostayên zanîngehê, dêrendazeya salvegera şoreşa Franse û roja serbixweyiya wî welatî birêveçû.

Li vê rêwresmê de Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û eve jî naveroka gotarê ye...

Amadevanên birêz

Rê bidin bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî gelê Franse û Serokê Franse û Nûnerê Franse li Kurdistanê bikim ji bo 14ê temmûz ku roja şoreşa Franseye.

Şoreşa Franse bû bi mînakek ji bo gelên din jî û nizanim çawa wiha rêkkeft roja 14ê temmûzê bibê rojekî hevbeş li navbera gelê Iraq û gelê Franse, ji ber ku li sala 1958 wekî îro dîsa şoreş li Iraqê rûda. Em dibînîn mîlletê Franse gihîşte çi astek û mixabin dibînîn Iraq jî li çi pêvajoyek da ye.

Em hemû hewlek didîn hemû Iraq çav li we bike lê belê eger eve ji bo me hemû Iraqê pê neyê kirin peyman didîn Herêma Kurdistanê li wê rêyê da biçê ku hûn têda çûn.Em dest li demokrasiyetê hilnagirîn û hemû hengavên me li çarçêweya demokrasiyetê da dibê.
Dîroka gelê Kurdistanê li gel Franse dîrokekî xweşe, hemû ew hêzê siyasiyên ku li Franse ne li gel nêrînên xwe yên cûda, lê belê hemû bi çavekî dostane temaşa doza gelê Kurdistanê kiriye û herdem dilovaniyê nîşandane.

Li sala 1967 Iraqê rêkkeftinekî li gel Franse îmzakir ji bo kirîna du firokeyên cengî yên bi navê Mîrac, wê demê General Dîgol ku gelek navdar bû qehremanekî mezinê Franse û cîhanê jî bû. Wê demê dostekî Kurd ku li Kurdistanê karê rojnamevanî dikir ew jî rojnamevan Rînê Morîs bû cenabê Barzanî li rêya wî ve nameyekî ji bo General Dîgol şand û jêre got: Ez dizanim û têdigihim Franse berjewendiya xwe heye lê belê li heman demî de hez dikim cenabê te ji wê yekê dilniya bibe ew firoke ji bo kuştina jin û zarokên Kurd û şewitandina dêhata Kurdistanê têne bikaranîn. Tenê dixwazim vê agahdariyê ji bo cenabê te bişînim.

Morîs nameyê bir û piştî xwendina wê nameyê General Dîgol yekser peymanê hilweşand û nehişt ew çek bi Iraqê bê firotin.
Ez heta mabim firmêsk û rondikên xanim Daniyel Mitterand ji bîr nakim. Li sala 1989 ku yekemîncar gihîştim xizmeta wê ku behsa derd û êş û azarên gelê Kurd kir û behsa koçberên wê kir ku wê demê çûbûn Tirkiye û çi li serê vî mîlletî hat li piştî pêvajoyên enfal û kîmyabaranê birastî yekemcar min wiha hest kir ku Kurd kesekî heye li Ewrûpa birastî û bi soz û dilsoziyê ve û bi hestekî gelek bilind ve piştevaniyê dike û çi nebê li ruyê wîjdaniyê ve agahdarî êş û azarê vî geliye.

Li raperîna 1991 jî carekî din serdana Kurdistanê kir û çend carekî din jî serdana Kurdistanê kir û pêwendiyekî gelek dostane jî li gel dayika min dirust kir.

Her wiha li bîra min naçê ku yekemcar min li sala 1992 cenabê Serok Mitterand dît ku dema ez rabûm ji min re got: Ji gelê Kurdistanê re bibêje dostekî we heye li Franse ku Fransuwa Mitterande û heta ez li virim piştrast be em li pişt we ne û li vir jî nebim mîlletê Franse li pişt we dibê.

Li sala 2010 Serokekî nû ji bo Franse hat û wî jî pêşwaziyeke germ li me kir û berî ku bibê Serok dîsa me pêwendiyekî dostane hebû û dostayetiyeke baş ji bo gelê Kurdistanê nîşanda û li gel Dr. Bernard Koşnêr Wezîrê Derveyê wê demê yê Franse ku dostekî herî nêzîkî şexsî û dostê gelê Kurdistanê bû me hevdîtinekî girîng sazda û me peymanekî gelek rêk û pêk îmzakir û eve jî bû bi bingehek ji bo berfirehbûna pêwendiya aboriya di navbera Herêma Kurdistan û Franse û eve jî dibê bingehekî serekî ji bo pêwendiya aboriya paşaroja me.

Xweş bextane jî niha Serokekî nû li Franse heye ku gelek dostekî nêzîkî gelê Kurd û dostekî gelek nêzîkî mine jî û min çendîn car wî ditiye. Li vir da ez dixwazim bibêjim li gel mîllet û dostên Franse me pêwendiyekî dostane heye û me hêviyeke mezin bi wê yekê heye ew pêwendî li paşarojê de roj bi roj berev pêştir biçê.

Ji hemûyan jî girîngtir ji bo min ewe ku dostê me yê delal Dr. Tissot eve pênç sale û berî wê jî wate zêdetirê 30 sale bi hemû şiyanek ve yarmetiya gelê Kurdistanê daye. Me gelek pê nexweşe me bi cîh dihêle, lê belê dizanîn eve sirûştiya karê dîplomasiye û ev pênç sal jî ne hêsan bû, lê belê li her ku bê dostekî gelek nêzîk û ezîzî, ji bo me pîroztirîn û bi şereftirîn nav û hêma Pêşmergeye, em jêre dibêjîn tu Pêşmergeyê Kurdistanî.

Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim serkeftî bin û gelek spas.

 

Nûçeyên têkildar