Ti rûpleke Nêçîrvan Barzanî û malbata wî li ser facebookê nîne

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî diyar kir ku ew rûpelên facebookê yên bi navê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, hevjîna wî Nebîle Barzanî û kurê wî Idrîs Nêçîrvan Barzanî hatine vekirin, rûpelên wan nînin.
Samî Ergoşî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku demeke li ser facebookê hindek rûpel bi navên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, hevjîna wî Nebîne Barzanî û kurê wî Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ve hatine vekirin.
Ergoşî anî ziman ku ew rûpel ti pêwendiyek bi Nêçîrvan Barzanî û malbata wî re nîne ji ber ku ti rûpeleke wan li ser facebookê nîne.




