Nêçîrvan Barzanî û berpirsê USAID rewşa penaberên Rojava gotûbêj kirin

Duh sêşema 2/12/2013, li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Nunerê Emerîkayê bo karûbarên ajansa navnetewî (USAID) Mark Firsteen û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de rewşa Penaberên Rojavayê Kurdistanê û pêdevî û kêşeyên wan penaberan hatin nîqaşkirin û her du alî behsa wan derfetan kirin ku, dikarin hevkariya penaberên Rojava yên di nava kempan de bikin.
Di evê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hevkariya wan penaberan kiriye û di hevkarî kirinê de berdewam dibe lêbelê penaber pêdeviya xwe bi hevkariyên zêdetir heye lewre dibe hikûmeta fedral ya Iraqê jî berê xwe bide wan jiber ku, ew kêşeya han girêdayiya tevahiya Iraqê ye.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha daxwaz ji ajans û saziyên navnetewî kir daku, berê xwe bidin wan penaberan û hevkariya wan bikin.
Di beşeke din a evê hevdîtina han de behsa pêşniyara NY bo xwedan kirina penaberên Sûriyayê di nava axa Sûriyayê de hate nîqaşkirin û Serokwezîrê Kurdistanê jî piştgîriya vê pêşniyara han kir.




