26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê civiya

Çavkanî: KDP.info

Piştî vekirin û bidawîhatina rûniştina yekem a Sêyemîn Konferansa Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz civiya.

 Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û İraqê ligel Tirkiyê, bi taybetî jî têkiliyên Hewlêr û Enqereyê yên di warê enerjî û petrolê de hatin nirxandin û herdu aliyan tekez kir ku divê di çarçoveya wan mafên yasayî yên Herêma Kurdistanê ku di destûra Iraqê de hatine destnîşankirin ev peywendiyên han bên qayîm kirin.

 Di beşekî din ê civînê de Barzanî û Yildiz, li ser projeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya wê boriya petrolê ya navbera Kurdistanê û Tirkiyê û helwêsta hikûmeta İraqê ya di vê derbarê de rawestiyan û herwiha serdana Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê bo Bexdayê û danûstandinên wî yên ligel rayedarên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

 Di civînê de Barzanî got: ‘’Herêma Kurdistanê di çarçoveya wan mafên ku di destûra bingehîn a Iraqê de jêre hatine destnîşankirin û ji bo berjewendiya hemû Iraqê petrol û gaza xwe dighîne bazarên cîhanê û ji bo vê mebestê jî deriyên gotûbêj û ji hev famkirinê ji aliyên peywendîdar ên Iraqî re vekirî ne.’‘

Nûçeyên têkildar