26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Destê Beşar Esed di tawanên cengê li Sûriyê de heye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Nûnera Komîsyara Mafên Mirovan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve Navi Pillay got ku destê Serokê Sûriyê Beşar Esed di tawanên cengê li Sûriyê de heye.

 Navi Pillay di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku belgeyên komîteya navdewletî ya lêkolînan yên derbarê tawanên cengê li Sûriyê de didin xuyakirin ku destê Beşar Esed di van tawanan de heye.

 Komîteya lêkolînana a ser Komîsyona Mafên Mirovan ve ku bi awayekî nehênî û serbixwe karê we bike, gotibû ku belge diyar dikin ku destê berpirsên herî bilind di rejîma Sûriyê de di van tawanan de hene, lê Beşar Esed binav nekiriye.

 Herwiha lêkoleran lîsteyeke nehênî bi navên kesên berguman amade kiriye û radestî Navi Pillay kirine daku ew berguman bêne dadgehkirin.

 Hêjayî gotinê ye, ew komîte di dema karê xwe de hevpeyvîn bi zêdetirî 1000 kesên pêwendîdar li Sûriyê û welatên derdorê re kiriye.

Nûçeyên têkildar