Parastina penaberan erkê hemû cîhanê ye

Ajans-KDP.info/ Carol Batchelor, nûnera Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî, bang li hemû dewletan kir û got dest ji parastina sinorên xwe berdin û alîkariya mirovan bikin.
Nûnera Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Carol Batchelor ragehand ku parastina penaberan ne tenê erkê welatên cîran e lê erkê hemû dewletên cîhanê ye.
Carol bangî welatên cîhanê kir û wiha wiha axifî: "Dest ji parastina sinorên xwe berdin û alîkariya mîrovan bikin. Bila hemû dewlet ji bo Sûriyiyan rêzikên xwe yên wîzeyê hinekî sist bikin."
Batchelor da zanîn ku dê di demeke nêzîk de "Plana Midaxaleyê ya Herêmî" biweşînin û rewş û pêwistiyên dewletên cîran eşkere bikin, herwiha di meha çile de jî dê konferanseke navneteweyî li dar bixin û li teahûdên alîkariyê yên dewletan guhdar bikin.




