26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Taner Yildiz: Peywendiyên Tirkiye û Kurdistanê gelek bihêz in

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê wuzeya Tirkiyeyê Taner Yildiz duh dûşemê di kevana sêyemîn konfransa navdewletîya neft û gaz a Herêma Kurdistanê de ragihand, ku rêkevtinên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê destûrî ne û guzarişt li yekgirtûyîya Iraqê dikin. Yildiz got, ku hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze peywendîyên wê li gel hemû alîyan erênî be û tekez kir, ku Iraqê razîbûna xwe li ser hinartina nefta Herêma Kurdistanê bo derve nîşan daye.
 

Taner Yildiz îro di gotara xwe de ya ku di kevana duyemîn roja sêyemîn konfransa navdewletîya neft û gaz a Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê da xuyakirin, ku Tirkiye giringîyê dide neft û wuzeya Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha rewşa aram a siyasî di Iraqê de. Yildiz got:" hêvîdarîn ku Iraq aramî û bextewerî bi xwe ve bibîne, çimku xelkê Iraqê gelek azar dîtiye."

 

Di bareya nefta Herêma Kurdistanê jî de wezîrê wuzeya Tirkiyeyê got:" her çende Herêma Kurdistanê bo hinartina neftê rûbirûyê kêşeyên cuda cuda bûye, lê em dixwazîn di çarçoweya yekîtîya xaka Iraqê de ku bo me gelek giringe, sûd ji dahata nefta Iraqê werbigrîn û evê neftê hinardeyê bazraên cîhanê bikin da ku bi evî corî rewşa Iraqê bihê asayîkirin û jiyaneke baş bo xelkê Iraqê bihê dabînkirin."

 

Taner Yildiz herwiha da xuyakirin:" duh li gel wezîrê nefta Iraqê kom bûm û me basa peywendîyan û hinardeya nefta Herêma Kurdistanê kir. Iraqê razîbûna xwe li ser hinardina neftê nîşan daye , lê pêywîste di dahatûyeke nêzîk de komîteyeke sê alî bihê damezrandin û di evê buwarê de dest bi kombûn û guftûgoyan bihê kirin."

 

Yildiz herwiha ragihand:" di bernameya me de ye ev borîya neftîya niha di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatiye çêkirin, berfirehtir bihê kirin da ku Iraq, Tirkiye û Herêma Kurdistanê ji dahata wê sûdmend bin."

 

Wezîrê wuzeya Tirkiyeyê amaje  bi ewê yekê jî kir ku yek ji nîgeranîyên hikûmeta navendîya Iraqê di bareya nefta Herêma Kurdistanê de, rêjeya neft û nirxa neftê ye ku hinardeyê derve dibe. Taner Yildiz ragihand, ku ev prose berdewame û wan li gel Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) rêkevtin kiriye û ev jî di berjewendya Iraqê de ye.

Nûçeyên têkildar