26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî çend kompaniyên petrolê xelat kir

Çavkanî: KDP.info

Li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê çend kompaniyên ku, di warê petrolê de kar dikin xelat kir.

Duh duşema 2/12/2013 li Hewlêrê di çarçoveya 3mîn konferansa enerjî ya Kurdistanê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî çendîn kompaniyên ku, li Kurdistanê de di warê dîtin û hêlbirîna petrolê de kar dikin xelat kir.

Yekemîn xelat pêşkêşî birêveberê kompaniya chevron hate kirin ku, sponserê sereke yê konferansa enerjî ya Kurdistanê bû.

Birêveberê kompaniya chevronê di dema wergirtina xelatê de peyvek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember vê pêngava han diyar kir.

Piştre Serokwezîrê Kurdistanê yekemîn xelat ya jînge parêzî pêşkêşî kompaniya talisman, xelatê girîngî dan bi civak jî pêşkêşî kompaniya Orex Petrolum hate kirin.

Xelatên xizmetgozariya sal û xelatê bidawî anîna kar û xelata hêbirînê jî pêşkêşî her yek ji kompaniyên National petroleum (NPC), kompaniya grup û DNO hatin pêşkêşkirin.

Nûçeyên têkildar