Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dest ji şandina petrolê bo derve bernade

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kevana konfransa navdewletîya neft û gaz a Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê dest ji şandina petrolê bo derve bernade û got ku ev proje xizmeta hemû gelên Iraqê dike. Barzanî ragihand, ku Herêma Kurdistanê bi hîç awayekê destberdarê destkevt û serkevtinan nabe.
Di çarçoveya beşdarîkirin di konfransa navdewletîya neft û gaz a Hewlêrê de, Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişand ser rêkevtina ku Herêma Kurdistanê û Turkiye di buwarê enerjiyê de îmza kirin û got: "Gotûbêjên me digel Turkiyeyê de avedan bûn, û dîroka van gotûbêjan bo meha Gulanê ya sala 2012an û Adara 2013an vedigere."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi ewê kir ku "Kurd di Iraqê de gelek azar dîtîye û Enfal û Kîmyabarna Kurdistanê bernameya pilandarêjtî ya hikûmeta pêştir a Iraqê bûye û me di sala 2003 de dît ku hate rûxandin, lê em hîç yek ji azarên xwe ji bîr nakin. Eve îsal me bîranîna 23 salîya kîmyabaran kirina Helebce kir û tenê hefteyek berî niha gorneke bi komane hate dîtin."
Serokwezîrê Kurdistanê got:" niha me li Herêma Kurdistanê qonaxeke giring û dîrokî birîye, bi taybetî di beware biryardanê de, dema ku me destûra Iraqê darişt, jib o me dijwar bû ku bawerî bi hîç hikûmeteke din bikin ku biryar bi ser me de bide, her ji ber wê, em bi xwe biryar li ser şêwaza îdaredan û berhemanîn û çawanîya reftarkirin li gor destûrê didin."
Nêçîrvan barzanî amaje bi samanên sirûştîyê Herêma Kurdistanê kir û got:" 45 Miliyard bermîl nefta yedek û 3 heta 6 Trîliyn metr3 gaza sirûştî, dergehekê din bi rûyê cîhanê de vedike, her ji ber wê jî em dixwazîn hem hevwelatîyên Kurdistanê dilxweş bikin û hem jî Kurdistanê avedan bikin ku niha pêywîstî bi 36 Miliyard dolare bo vejandinê.´"
Barzanî da xuyakirin:" me bo geşepêdana ew samanên sirûştî yak u li Kurdistanê heye, me penah bire ber cîranên Iraqê bi taybetî Tirkiye û Îran. Peywendîyên me li gel Tirkiyeyê vedigerin bo Nîsana sala 2012 û Adara sala 2013 ku em rêk kevtîn."
Nêçîrvan Barzanî derbarê nerazîbûna Bexdadê li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên derve ragihand ku “ Herêma Kurdistanê dixwaze bi awayekî zelal gotûbêjan di evî buwarî de encam bide”. Barzanî herwiha got :"Herêma Kurdistanê amadeye her gotûbêjekê li ser pirsa şandina petrola Herêmê bo bazarên cîhanê, digel Hikumeta Navendê de bike".
Serokwezîrê Kurdistanê ragihand, ku li hember gazindeyên hikûmeta Iraqê dergehên wan jib o guftûgoyê vekirî ne û bi vekirî jî dimînin, ji ber ku li go r gotina Barzanî, ew dixwazin ji Kurdistanê ve beşdar bin di dahata niştîmanîya Iraqê de û geşe bi kertên ciyawazên xwe bidin. Nêçîrvan barzanî herwisa got, ku ew dixwazin guftûgoyên sê alî di navbera Herêma Kurdistan, Iraq û alîyekê sûyem û serbixwe dest pê bibin da ku ew bi awayeke şefaf, rêkevtin û dahat û xercîyan rohnî bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wek amajeyekê bo rêkevtina navbera Helwêr û Enqerayê got: "Ev rêkevtin serkeftineke bo Iraq û Herêma Kurdistanê. ev prose her du aliyan kom dike. Lewra pêwîste em digel hevbeşên xwe yên Iraqê bighin encamekê, bo parvekirina dahatên Iraqê li gorî destûrê. Ji ber ku destur me û Bexdaiyê bi hevre kom dike. Lê heta niha Bexda bi awayekî merkezî hikumran dike."
Nêçîrvan Barzanî behsa rijdbûna Herêma Kurdistanê li ser şandina petrolê dubare kir û wiha got: "Kurd biryar daye û êdî venagere paş, û gefa rêkeftina me digel Turkiyê de li ser çi aliyekî nîne, û em ne amadene dest ji vê rêkeftinê berdin."




