25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekemîn kongireya ciwanên BDP birêve çû

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Duh şemeya 30/11/2013 li bakûrê Kurdistanê ciwanên Partiya Demokratîk û Aştiyê BDP, li bajarê Amedê yekemîn kongireya xwe birêve çû.

Endama Meclîsa Ciwana a BDP'ê Sîbel Akdenîz axaftina vekirinê ya kongreyê kir û destnîşan kir ku ew kongreya xwe diyarî 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, dikin.

Her yek  ji Hevserokên BDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder tevlî kongireyê bûn.

 

Selahedîn Demirtaş gotarek pêşkêş kir û got: "Em ê bi destê xwe çareseriyên xwe pêk bînin. Pisgirêka perwerdeya bi zimanê dayîkê dê ji dewletê bê xwestin, lê ji bilî xwestinê ev pirsgirêka civakê ye. Divê ciwan dibistanan vekin, pirtukên dersan derxin."

Nûçeyên têkildar