Mistefa digel şandeyeke parlamentoya Fransayê civiya

Hewlêr-KDP.info/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Jan Jan Bredy endamê parlamentoya Fransayê û serokê komeleya dostaniya Fransa-Iraq û Alan Gêbxat konsulê gişyitê Fransayê yê herêma Kurdistanê civiya û têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên kurd û fransêî hatin nirxandin.
Di civînekê de ku, roja 29.11.2013ê li bajarê Hewlêrê birêve çû û Xeman Zirar nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Fransayê û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyênderve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, Jan Jan Bredy serokê Komelya Dostaniya Fransa-Iraq û endamê parlamentoya Fransayê di axaftinekê de got ku, cudahiyeke mezin navbera herêma Kurdistan û Îraqê heye û Kurdistan di gelek waran de, bi taybetî di warê aramî û demokrasiyê de, gelek pêşketî ye. Bredy tekîd li ser wê yekê kir divê Fransa hebûna xwe li herêma Kurdistanê berfirehtir bike û têkeliyên xwe di hemû waran de digel Hewlêrê xurtir bike.
Felah Mistefa di civînê de ji şandeya mêvan re behsa rewşa herêma Kurdistanê, rewşa aloza siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku, biryare di meha nîsana sal bêt de bêbn kirin û giringiya pêşxistina pirosesa demokrasî û sîstema federaliyê li Îraqê kir. Mistefa got ku, ew hêvîdar e serdana vê şandeya Fransayê bo herêma Kurdistanê bibe hokarek ji bo pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Parîsê. Berpirsê têkeliyên derve hêvî kir ku, saziyên Fransayê û rêxistinên civaka medenî di warê zêdetir pêxistina pirosesa demoktasiyê û piştgîrîkirna saziyên herêma Kurdistanêrê role hebe.
Helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember rewşa Sûriyeyê, konferensa Canever 2, rêkeftina navbera Êran û welatên 5+1 û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijarên din yên civînê bûn.




