26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe digel Romaniyayê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Bi amadebûna Kerîm Şingarî wezîrê karûbarên navxwe, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê û hijmareke bepirsên hikûmî û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê, roja 29ê vê mehê, bi mersimeke bijarte de şahiya pîrozkirina roja neteweyî ya komara Romaniyayê li Hewlêrê hat pîroz kirin.

 Di merasimê de Yakob Prada sefîrê Romaniyayê yê Îraqê peyvek pêşkeş kir û tê de hesa roja niştimaniya Romaniyayê ku, di roja 29.11.1980 de hatiye destnîşan kirin kir û behsa têkeliyên navbera welatê xwe-Îraq û herêma Kurdistanê kir û got ku, welatê wî, Romaniya, hertim piştevaniya avakirina Îraqeke demokratîk û federalî dike.

 Sefîrê Romaoyayê di berdewamiya axaftina xwe de behsa berfirehbûna têkeliyên navbera Kurdistanê û Romaniyayê kir û got ku, ew têkelî gehiştine qonaxeke gelek baş û sê bajarên herêma Kurdistanê digel sê bajarên Roamniyayê (Hewlêr-Praşov, Silêmanî-Kirabova û Duhok-Arda)  têkeliyên destexwîşkî heye.

 Her di wê merasimê de, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de got ku, herêma Kurdistanê bi hebûna têkeliyên xurt digel Romaniyayê kêfxweş e û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze wan têkeliyan, di hemû waran de,  ber bi qonaxeke pêşkeftîtir bibe.

 Mistefa di peyva xwe de behsa dîroka herêma Kurdistanê a piştî 1991ê kir û got ku, ji wê salê û vir de herêma Kurdistanê ji bo demokrasiyê, azadiyê û hikûmeta qanûnê pêngavan diavêje û wî, hebûna têkeliyên destexwîşkî navbera bajarên Kurdistanê û bajarên Romaniyayê bi pêngaveje pêşkeftî wesif kir.

Nûçeyên têkildar