26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kar û xebatên hevbeş navbera Romaniya û Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Şandeyeke sefaretxaneya Romaniyayê a li Iraqê ku, ji Yakob Prada sefîrê Romaniyayê yê Îraqê û mehîta Ana konsula konsulxaneya Romaniyayê a li Hewlêrê pêkhatibû, li bajarê Hewlêrê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

 Di civînekê de ku, duh li Hewlêrê li baregayê fermnageha têkeliyên derve birêve çû û Suham Cebelî alîkara berprisê têkeliyên derve amade bû, sefîrê Romaniyayê kêfxweşiya xwe li hember  serdana bo herêma Kurdistanê beşdarîkirin di yada roja niştimaniya Romanoyayê de ku yekemîm care li Hewlêrê ew roj tê pîroz kirin nîşan da û ji bona vê yekê jî sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û amadehîya welatê xwe jî nîşan de ku, pirojeyên hevbeş, bi tyabetî ew pirojeyên cîyê giringiya her du aliyan bin, bi hikûmeta herêma Kurdistanê re encam bide.

 Berpirsê têkeliyên derve di axaftina xwe de careke din bi  minasibeta roja niştimaniya Romaniyayê pîrozbahî li şandeya mêvan kir û kar û xabatên sefîr Prada yên di warê xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan de bilind nirxandin û tekîd li ser berfirehkirina hevkarî û hevahengiya nevabera her du aliyan de kir.

 Mistefa behsa qonaxên dawiyê yên pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta herêma Kurdistanê  û ew pêngavên heta nuha di vê çarçoveyê de hatine avêtin kir.

Nûçeyên têkildar